Barzanî: Were xwestin emê pêşmergeyan bişînin Kobanî
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî ku hevdîtina pêkanîn civînek çapemenî ya hevbeş lidarxistin. Barzanî ragihand ku ew û Tirkiyê gelekî nêzîkî hev in û hêvî kir ku sarbûna berê di pêwendiyên Iraq û Tirkiyê de êdî nemîne.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu jî di serî de sersaxiya malbetên kesên ku di encama teqina xwekujekî bi rêya otomobîleke bombekirî li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê pêkanî de jiyana xwe ji dest dayîn û xweş haliya birindarn xwest û wiha got:
“Piştî vê êrişê jî hat xuyakirin ku mijarên aramî û ewlekariyê him ji bo Herêma Kurdistanê him jî bo Iraqê yê herî girîng in.”
Davutoglu eşkere kir ku wî li gel Serok Barzanî mijarên mirovahî, ewlekarî, siyasî û aboriyê gotûbêj kirine.
Herwiha Davutoglu behsa êrîşên DAIŞê jî kir û got, ji ber şerê wan 2 milyon mirovan mal û milkê xwe bi cî hiştine û niha li Tirkiyê bicîh bûne
Davutoglu, li ser pirsa di derbarê derbasbûna pêşmergeyan di ser axa Tirkiyê re ji bo Kobanî, diyar kir ku ew îşareta hevkariya di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye li ser hemahengiya ewlekariyê ya di navbera her dû aliyan de.
Serokwezîrê Tirkiyê her wiha got, ji niha û şun ve, çi were xwestin ji bo tedbîrên ewlekariyê ewê bi hev re hevkar bin.
Herwiha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser şandina hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Kobanî got, ew girêdayî rewşa ye, dema ku were xwestin ewê pêşmergeyan bişînin Kobanî.
Mesûd Barzanî li ser pirsa derbarê peymana petrolê wiha got:
“Ev peyman destpêke û ne ya dawîyê ye. Demek nêzîk dê şandek ji Hewlêr ji bo vê mijara biçe Bexdayê.”
Davutoglu cara yekemînê ku weke Serokwezîrê Tirkiyê seredana Başûrê Kurdistanê dike, lê berî niha çendîn caran weke Şêwirmend û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê serdena Hewlêr û Silêmaniyê kiriye.
Rudaw
