Ebdulmehdî: Lihev kirina Hewlêr û Bexdayê vê kêşeyên heyî çareser bike
Wezîrê petrolê yê Îraqê dibêje vê lihev kirina Hewlêr û Bexdayê bibe sedema çareser kirina kêşeyên heyî.
Wezîrê petrolê yê hikûmeta Îraqê Adil Ebdulmehdî ragehand ku lihev hatina Hewlêr û Bexdayê gelek girînge jiber ku vê rêye çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de xweş bike.
Mehdî di civînekî de ya li gel wezîrê enerjî yê Tirkiyeyê de behsa berfiretir kirina peywendiyên abûrî û bazirganî yên di navbera her sê aliyan ( Kurdistan, Tirkiye û Îraq) de kiriye û her du alî tekez li ser vê yekê kirine ku di hewldanên xwe yên ji bo çareser kirina kêşeyên heyî de berdewam bin.
