• Monday, 16 February 2026
logo

Mislim: Em qebûl nakin du hêz li Kobanê hebin

Gulan Media November 21, 2014 Nûçe
Mislim: Em qebûl nakin du hêz li Kobanê hebin
Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê got ku PYDê bergiriyê li berjewendiyên xwe dike û hevbeşiyê qebûl nake eger Kobanê jî hilweşe, Hevserokê Kantona Kobanê jî dibêje ku ew qebûl nakin du hêz li Kobanê hebin.

Ji roja 15ê Îlona bûrî ve, çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, bi çekên giran û hezaran çekdar êrîşeke tund birine ser herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê jî, di necama wê êrîşê de çekdaran tevaya gundên herêma navbûrî dagîrkirin û ev demeke ku dixwazin bajarê Kobanê jî dagîrbikin, lê bi pişgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û operasyonên ezmanî yên frokeyên hevpeymaniya navdewletî, şervanên Kurd karîne di rûyê êrîşên DAIŞê de rawestin û niha ji sedî 80 ji bajarê Kobanê ji çekdarên rêxitsina navbûrî hatiye paqijkirin, li gor ku Hevserokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Kobanê Enwer Mislim îro, Pêcşemê, ragihandiye.

Di demekê de ku ji bilî şervanên Kurd bi serpereştiya Yekîneyên Paratsina Gel (YPG), ku wek baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di medyayê de tê naskirin, û 151 Pêşmergeyên Kurdistanê, çend grûpên ji şervanên mixalefeta Sûriyê li Koban êşer dikin, YPGê û rayedarên Kantona Kobanê rê nadan ku hêzeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriy (ENKS) ku derbasî bajar bibin û ew jî bi reng navê xwe bi erkê xwe di parastina axa Rojavayê Kurdistanê de rabin.

Di vê derbarê de, Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê Ebdulhekîm Beşar ragihandiye ku PYDê li Kobanê bergiriyê li berjewendiyên xwe dike û got: “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne ku bergiriyê li Kobanê dike, lê belê ew bergiriyê li desthilat, pêgeh û çavkaniyên xwe yên darayî dike.”

Ebdulehkîm Beşar ku di heman demê de endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê–Sûriyê (PDK–S) ye rexneyên xwe li ser siyasetên PYDê berdewam dike û dibêje: “Nerazîbûna PYDê li ser beşdarîkirina hêzên ENKS di bergirîkirin li Kobanê de, di çarçoveya bergiriya wê partiyê li desthilata xwe de tê, herwiha her hevbeşiyekê jî red dike eger temenê wê hilweşana Kobanê û şeperziya xelkên wê jî be.”

Roja 14ê Mijdarê, şandek ji şaxê ENKSê yê Kobanê serdana Kantona Kobanê kir û ligel rayedarên kantonê û fermandeyên YPG civiyan, ji bo dîtina mîkanîzmekê bo derbasbûna 200 şervanên ENKSê bo Kobanê da mil bi mil ligel hêzên din rûbirûyê DAIŞê bibin, lê rayedarên Kantona Kobanê û fermandeyên YPG rê nedan wê hêzê ku derbasî Kobanê bibe.

Wê demê Sekreterê PDK–Sê Siûd Mela gotibû: “Li gor rêkeftina Dihokê, wek PYD’ê dê hêza ENKS’ê jî ya taybet hebe”, ENKS hêzeke 200 kesî amde kiribû daku biçe Kobanê şandeke ENKSê jî derbasî Kobanê bûbû da vê pirsê yekalî bike “Lê belê YPG’ê ji wan re gotibû ku divê bi navê wan ew hêz derbas bibe, loma ew hêz neçû.”

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Kobanê Enwer Mislim di daxuyaniyekê de bo televîzyona BBC balkişande ser daxwaza ENKSê bi beşdarîkirina hêza wê di şerê Kobanê de û got: “Hêzên ENKSê tenê di bin navê YPGê de dikarin şer bikin, endamên ENKSê dixwazin bi navê xwe bên Kobanê û şer bikin, em jî dixwazin ên tevlî şer bibin di bin sêwana YPGê de bin.”

Enwer Misilm ragihand jî ku wek rêveberiya Kantona Kobanê jî qebûl nakin ku du hêz li Kobanê hebin, tevî ku ji bilî şervanên Kurd û Hêzên Pêşmerhe, grûpên mixalefeta Sûriyê jî li ser erda Kobanê ne, û got: “YPGê nehêzeke partiyekê ye lê ew hêza parastina Kobanê ye.” li gor ku navbûrî ji BBC re axifiye.

Rêkeftina Dihokê ku bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî de, roja 22ê di navbera ENKSê û Tevgera Cîvaka Demokratîk (TEV–DEM) de hatiye imzekirin, di yek ji her sê xalên xwe yên serekî de tekez li ser razîbûna her du aliyan bo pêkanîna hêzeke leşkerî ya hevbeş li Rojavayê Kurdisyanê dike, tevî ku heta niha ti xala wê rêkeftinê nehatiye cîbicîkirin, lê dibe ku redkirina beşdarîkirina hêzekê ji ENKSê di berxwedana Kobanê de, bibe alozî û astengeke din li pêş hewlên cîbicîkirina Rêkeftina Dihokê.

Basnews
Top