Li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî û Ehemd Dawudoglu civiyan
Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, wezîrê navxwe, wezîrê pêşmerge, wezîrê darayî û aborî, wezîrê pilandananê, wezîra şaredarî û tûrîzmê, wezîrê karêbarên parlamentoyê û peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa Îraq, herêma Kurdistan û deverê, pêşhatên emnî û serbazî, berhingarbûna terorê û şerê dijî DAÎŞ ê hatin minaqeşe kirin.
Herwesa, di civînê de, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, hewilên ji bona çareserkirin pirsgirêkan, têkeliyên navbera Tirkiye, Îraq û herêma Kurdistanê û pêşxistina têkeliyên di warê bazirganî, diplomasî û siyaîsî de hatin gotûbêj kirin.
Ehmed Dawudoglu behsa civînê xwe yên li Bexdayê digel berpirsên Îraqê re kir û ew civîn bi erênî wesif kirin û got ku, dîtina Bexdayê bo herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan erênî ye û avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê weke derfetekê bo berhingarbûna terorê û çareserkirina pirsgirêkan da zanîn. Wî tekîd kir ku, Tirkiye di hemû waran de li ser hevkariya herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam be.
