Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Tirkiye civiya
Li hevdîtinê de Serok Wezîrê Tirkiye xweşhaliya xwe ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşanda û serxweşiya xwe jî ji bo kesukarê şehîdan û qurbaniyên teqîna terorîstî ya roja çarşema derbasbûyî ya bajarê Hewlêr bi Serok Barzanî ragihand. Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe wê yekê dûpat kir ku Tirkiye li şerê dijî terorîstan hevkarê Herêma Kurdistan û Iraqê dibe. Her li vê civînê de Serok Wezîrê Tirkiye amadehiya welatê xwe jî ji bo berdewambûna li yarmetîdana mirovî ya Herêma Kurdistanê li hewandina koçberan de nîşanda û her wiha kûrtirkirina peywendiyan û berfirehtirkirina bazirganî û peywendiya aborî ya di navbera her dû aliyan de nîşanda.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Serok Wezîrê Tirkiye kir û serdana Serok Wezîrê Tirkiye ya Herêma Kurdistanê bi derfetekî baş zanî ji bo nehiştin û axaftina li ser wan kêmasiyên li hevkarî û hemahengiya her dû aliyan de li warên cûda cûda da li holê dane.
Her li vê civînê de her dû alî tekez li ser berdewamiya şêwirîn û hevkariya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kir li şerê dijî teror û bihêztirkirina peywendiyan.
Li mijareke dinê vê hevdîtinê de êrîşên terorîstên Da'îş û rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê xiste ber behs û di derbarê çawayiya rûbirûbûna terorîstan û hevkarî û hemahengiya zêdetirê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.
Hêjayî gotinêye ku piştî temambûna civînê Serok Barzanî û Serok Wezîrê Tirkiye li civîneke rojnamevanî de armanca serdanê û naveroka civînê ji bo sazî û dezgehên ragihandinê xistin rû.
