• Monday, 16 February 2026
logo

Biden dê hewl bide Tirkiyê tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe

Gulan Media November 21, 2014 Nûçe
Biden dê hewl bide Tirkiyê tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden îro dê serdana Tirkiyeyê bike û dê hewl bide Tirkiyê tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden dê îro piştî nîvro serdana Tirkiyê bike û sê rojan li wî welatî bimîne. Biden dê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Ahmed Davutoglu hevdîtinan pêk bîne.

Joe Biden di demeke wiha de diçe Tirkiyê ku têkiliyên di navbera herdû welatan de, ne gelekî baş in û Tirkiyê heta niha bi awayekî çalak li Iraq û Sûriyê tevlî operasyonên li dijî rêxistina DAIŞê nebûye.

Biden ji ber gotinên ku Tirkiyê bi piştgiriya DAIŞê tawanbar dikirin, lêborîna xwe ji Erdogan nexwest. Herwiha DYA jî daxwaza Tirkiyeyê ya ku hilweşandina rejîma Beşar Esed bibe karê sereke yê hevpeymaniyê navdewletî û li bakûrê Sûriyê herêmeke tampon bê avakirin, heta niha qebûl nekiriye.

Tê gotin ku Biden dê hewl bide da ku Tirkiyê tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe.

Rudaw
Top