Daxwaz tê kirin ku Amerîka çekan bide Hêzên Pêşmerge
Senator Ed Ross daxwaz dike ku Kongres desthilatê bide Serokê Amerîkayê Barack Obama daku rasterast çekan ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re temîn bike ku niha li eniyên şer dijî DAİŞ’ê şer dikin.
Li gor daxwiyaniyeke ofîsa Roos; ‘’Îdareya Obama nikariye çekên giran û zirxpoş ji Kurdên İraqê re temîn bike ku di rûbirûbûn û şerê rêxistina DAİŞ’ê de pêdiviya wan pê heye. Amerîkayê bi awayekî sînordar çekên sivik dan Kurdan, evna jî her car piştî pesendkirina hikûmeta Bexdayê bû ku bûye sedema dereng bidestxistina alîkariyan di dema nêzîkbûna DAİŞ’ê de.’‘
Di daxwiyaniya Ross de wiha tê gotin: ‘’Ligel ku Hêzên Pêşmerge xwediyê çekên kevin û nemaqûl in, lê dîsan îspat kirin ku bi bantortirîn hêz in li meydana şerê dijî rêxistina DAİŞ’ê. Çend meh dibe min daxwaz ji desthilatê kiriye daku bilez Kurd werin pirçekkirin. Hinek senatorên din jî heman tişt kir. Ev pêşniyara girîng wiha dike ku ew hêza 190 hezar kesî, beramber wê hêza hov a DAİŞ’ê bi awayekî aktîf bibe xwedan hêza pêwist.’‘
Di pêşniyarê de Kurd wek; ‘Hevkarekî cihê baweriyê û aram’ê Amerîkayê tên binavkirin û tê gotin ku divê Amerîka hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê zêdetir bike û bi awayekî rasterast di warê perwerde û berevaniyê de alîkariyê pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike.
Herwiha behsa girîngiya Pêşmerge tê kirin bo têkşikandina DAİŞ’ê. Hêjayê gotinê ye ji bo pêşniyar were ser maseya Obama bo îmzekirinê, pêwist e hem li Kongres û hem jî li Encûmena Pîran were pesend kirin.
Basnews
