DAIŞê li rêya Saddam ve diçe
Berpirsê ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Mûsilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand ku rêxistina DAIŞê 218 malbatên ereb ji navçeyên Rûmadî û Bêcî anîne navçeyên kurdên şebek û li gundên Bacirbuq, Bazwaye û bajarokê Bertile û derdora wê bi cî kirine.
Memozînî diyar kir ku berî niha jî daişê nêzîkî 400 malbatên din yên ereb ji navçeyên naverasta îraqê anîne heman navçeyên kurdên şebek li parêzgeha Mûsilê.
Li ser rewşa di nava Mûsilê de jî, Memozînî behsa vê yekê dike ku çekdarên DAIŞê mal bi mal digere û bi zorê xelkê çekdar dike, eger di malekê de du kur hebin divê yek ji wan çekê hilgire û biçe şer, eger neçe şer divê milyonek û 500 hezar dînar bide rayedarên DAIŞê.
Herwiha di serdama Saddam Hiseyîn de jî li Kerkûk û Mûsilê polîtîkaya erebkirinê dihat pêkanîn. Şûna Kurdan ereb bicîh dikir û kurd jî ji cîhên wan dihatin mişext kirin.
Rudaw
