Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li qedaseta Srî Srî Ravî Şankar kir
Di dîdarekê de, rewşa îro ya deverê, tesîra şer û berhingarbûna terorê hatin behis kirin û serokê korbenda cîhanî bi buhayên mirovatiyê behsa serdana xwe ya bo çend kampên penaber û koçberan li herêma Kurdistanê kir û rola xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê hewandin û alîkarîkirina penaber û koçberan de bilind nirxand.
Şankar di axaftina xwe de behsa wekhevî, singfirehî, pêkvejiyana pêkhateyên neteweyî û olî li herêma Kurdistanê kir ev kultura dêrîna Kurdistanê ku di bin siha wê kulrurayê de hemû pêkhateyên neteweyî û olî bi aşitî û aramî bi hev re jiyane û dijîn kir. Wî got ku, dê liqeke korbenda xwe li herêma Kurdistanê vekin û hevkarî û alîkariya penaber û koçberan bikin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa koçberan kir û got ku, xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê bi giştî û bê cudahî hevkariya hemû koçber û penaberan kriye, lê pêwîstita wan bi zêdetir alîkariyên civaka navdewletî heye.
Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultura pêkvejiyan, aşitî, singfirehî, mirovdostî û jiyandostiyê dike û kurdistanî bi hemû pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî perwerdeyê bê kulturayê ne, hikûmeta herêma Kurdistanê jî hertim kar li ser kûrtirkirina van buhayên mirovatiyê dike û berdewam lêdixebite vê kulturayê ber bi pêş ve bibe û berdewam bike.
Weke tê zanîn, Srî Srî Ravî Şankar yek ji serkirdeyên ruhanî û mirovatî li cîhanê tê naskirin, bîrobaweriyên wî ji karkirin ji bona cîhaneke bêşidet û civakeke bê stres û giringiyê bi aşitî û parastina buhayên mirovî û pêkvejiyana navbera pêkhateyên cuda û olên cuda dide, bi milyonanan terefdarên wî hen.
