• Monday, 16 February 2026
logo

Tan: Divê sîstema leşkeriyê ji binî ve were serrastkirin

Gulan Media November 20, 2014 Nûçe
Tan: Divê sîstema leşkeriyê ji binî ve were serrastkirin

Parlementerê HDP’ê yê Diyarbekirê Altan Tan ragehand ku ji dêlva leşkeriya bi pere divê li Tirkiyê sîstema leşkeriyê ji binî were serrastkirin û got: ‘’Pêwist e leşkeriya mecbûrî nemîne.’‘

Altan Tan civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir di navbera hikûmet û HDP’ê de hevdîtinên ji bo pêvajoya çareseriyê careke din dest pê kirine. Tan destnîşan kir ku kes naxwaze careke din çek bên bikaranîn, xwîn birije û wiha axifî: “Li Tirkiyê divê her tişt bi rêyên siyasî, demokratîk û fikrî bên gotûbêj kirin. Lê em ji hikûmetê re dibêjin tu her tim dibêjî ‘bila hilbijartinên herêmî, hilbijartina Serokomariyê biqede’, bi vî awayî tu meselê dereng dixî. Helbet bêdengkirina çekan girîng e, lê divê ev mijar di Meclisê de bên axaftin. Heger mesele wek meseleya ewlehiyê û bêdengkirina çekan bê dîtin, evna xelet e. Pira Kurdan nikare li hêviya hilbijartin û bêdengkirina çekan bimîne.”

Altan Tan got ku ji bo çareserkirina pirsa Kurdî divê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn, navên gund, bajar û bajarokan bên îadekirin, zimanê Kurdî di kamuyê de were bikaranîn û zimanê Kurdî wek zimanê duyem ê fermî bê pejirandin. Tan destnîşan kir ku divê lijneya Îmraliyê bê berfihkirin û merivên aqilmend û siyasetmedarên din jî biçin Îmraliyê.

Tan derheqê leşkeriya bi pere de jî got ku ji bo propagandaya hilbijartinê tê bikaranîn û axaftina xwe wiha qedand: “Ji dêlva leşkeriya bi pere divê sîstema leşkeriyê ji binî ve bê serrastkirin û herwiha leşkeriya mecbûrî rabe.”

Basnews
Top