• Monday, 16 February 2026
logo

“Serok Obama soz daye kurdan”

Gulan Media November 20, 2014 Nûçe
“Serok Obama soz daye kurdan”
Di bersiva pirseke Rûdawê de, ku çima Amerîka çekên giran ji Hêzên Pêşmerge re naşîne, da ku DAIŞê bişkînin, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jeffrey Ratka amaje bi wê yekê kir ku alîkariyên zêdetir dê ji kurdan re bê şandin.

Berdevkê Wezaretê Derve ya Amerîkayê Jeffrey Ratka ragihand: “Serok Omaba soz daye ku alîkariyên me bo hêzên iraqî û hêzên kurdî zêdetir bibin.”

Wî berpirsê Amerîkayê wiha domand: “Em berdewam hevahengiyê ligel civaka navdewletî dikin, da ku alîkariyên pêwîst peyda bikin û ji Hikûmeta Iraqê û hêzên kurdî re bişînin. Siyaseta me di vî warî de nehatiye guhertin. Me gellek alîkarî ji hêzên kurdî re kom kirine, ku çek jî di nav wan de ne.”

Ev daxuyaniya Amerîkayê di demekê de tê ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev demeke ku gazinê ji kêmiya alîkariyên leşkerî dikin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên di daxuyaniyekê de jî Rûdawê re rexne li helwesta Amerîkayê kir, ku dana çekan bo Hêzên Pêşmerge bi Hikûmeta Iraqê ve girêdide.

Berdevkê Wezareta Derve ragihand ku, sibe şanda kurdan ku niha li Amerîka ye, dê ligel berpirsêkî pilebilind yê Wezareta Derve bicive, ku ew berpirs serberiştiya karubarê leşkerî û çekan dike. Lê ti agahiyên din neda.

Jeffrey Ratka wiha got: “Pir hurmeta me ji wê wêrekiya kurdan re heye, ku di şerê li dijî DAIŞê de diyar dibe. Wek em hercar dibêjin, bi hevahengiya ligel Hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletî, gellekî alîkariya kurdan hatiye kirin.”

Berdevkê Wezareta Derve wiha domand: “Amerîka û welatên din ên hevpeymaniyê hêzên kurdî di warê leşkerî de perwerde kirine û şêwran li wan dikin, ew jî wek beşekê ji pilanekê mezintir bo avakirina artêşa Iraqê. Ez dibînim ku niha gellek çekên giran ên kurdan hene, ku ji zêdetirî 100 tank û bi sedan otomobîlên leşkerî û pergala top avêjan pêk tê.”

Ev jî pirs û bersivên ku di navbera peyamnêrê Rûdawê Namo Ebdula û Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê de hatin kirin:

Pirs: Ev teqîna Hewlêrê di demekê de tê ku, şandeke pilebilind a kurd li Washingtonê ye û hevdîtin ligel berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê kirine. Duhî min Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên dît û wî ji min re got, ew ji bo çekên giran haqtine Amerîkayê, ji min re got ew daxwaza balafir û hemû çekên din ên giran dikin, lê Amerîka ne amadeye ku bide wan. Husên wiha jî got ku, nebûna çekên giran bandore li ser pêşveçûna Hêzên Pêşmerge dike, bo rizgarkirina wan navçeyên bi destê DAIŞê. Gelo çima Amerîka wisa bi gumane ji şandina çekên giran ji hêzên kurdî re?

Bersiv: Em hîna li ser alîkariya hêzên asayîşa Iraqê û asayîşa kurdî jî berdewam in, da ku DAIŞê bişkînin. Ez di wê baweriyê de me ku kiryarên me vê yekê nîşan dide. Em berdewam in li ser hevkariya hemû hêzên Iraqê da ku serkevin. Herwiha pir hurmeta me ji wê wêrekiya kurdan re heye, ku di şerê li dijî DAIŞê de diyar dibe. Wek em hercar dibêjin, bi hevahengiya ligel Hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletî, gellekî alîkariya kurdan hatiye kirin. Amerîka û welatên din ên hevpeymaniyê hêzên kurdî di warê leşkerî de perwerde kirine û şêwran li wan dikin, ew jî wek beşekê ji pilanekê mezintir bo avakirina artêşa Iraqê. Ez dibînim ku niha gellek çekên giran ên kurdan hene, ku ji zêdetirî 100 tank û bi sedan otomobîlên leşkerî û pergala top avêjan pêk tê.

Lê ew çek ne Amerîkayê dane kurdan. Fûad Husên duhî got ku Amerîka wan çekan nade me, ku di setratîjîka Serokê Amerîkayê Barck Obama de pêwîst in, ku ji “lawazkirin û pişter şikenandina DAIŞê pêk tê”. Husên got em nizanin çima di dana çima wisa dudil in. Gelo li hêviya wê yekê ne ku Hikûmeta Iraqê biçe parêzgariyê li Kurdistanê bike, ku ne tiştekî aqilî ye. Fûad Husên digot, Amerîka çekan nade dijbereya Sûriyê ji ber ku ditirse ew çek bikevin destê kesin din. Gelo hûn ji heman tiştê ditirsin, lewma hûn çekan ji kurdên Iraqê re naşînin?

Persiv: Serok Obama soz daye ku alîkariyên me bo hêzên iraqî û hêzên kurdî zêdetir bike. Em berdewam hevahengiyê ligel civaka navdewletî dikin, da ku alîkariyên pêwîst peyda bikin û ji Hikûmeta Iraqê û hêzên kurdî re bişînin. Siyaseta me di vî warî de nehatiye guhertin. Me gellek alîkarî ji hêzên kurdî re kom kirine, ku çek jî di nav wan de ne. Berê jî me behsa van tişta kiriye, ji ber ku ev pêgeha me ye.

Rudaw
Top