‘DAIŞê li Kobanî çekên kîmyewî bi kar anî’
Di Civîna Civata Ewlekariyê ya taybet bi rûbirûbûna terorê de Nûnerê Daîmî yê Sûrî yê Neteweyên Yekgirtî Başar Caferî ragihand ku belge li cem wan hene ku DAIŞê çekên kîmyewî li Kobanî bi kar anîne û got ku ew dixwazin roleke girîng bilîzin bo danîna sînorekî ji karên DAIŞê re.
Nûnerê Sûriyê, rapora nûnerê Fransa ya ku gotibû “Hikûmeta Sûriyê piştgiriya DAIŞê dike” rexne kir û got DAIŞ ji rêxistina El Qaîdê ya Iraqê hatiye damezirandin û çend welatên Ereb piştgiriya wê dikin.
Beşar Caferî anî ziman 72 alîmên olî li Erebistan Siûdî han didin da ku xortên misliman ji bo cîhadê biçin Sûriyê û wiha pirsî:
“Madem ku Erebistana Siûdî li dijî DAIŞê ye çima rê li ber vê yeke nagire?
Rudaw
