• Monday, 16 February 2026
logo

“5 hezar jinên Kurdên Êdzî di dest DAIŞê de ne”

Gulan Media November 20, 2014 Nûçe
“5 hezar jinên Kurdên Êdzî di dest DAIŞê de ne”
Parlementereke Kurdistanê aşkere dike ku hejmara jinên Kurdên Êzdî yên di dest DAIŞê de 5 hezar kesin û dibêje ku “Jiyana wan di metisriyê de ye.”

Endama Komîteya Mafên Mirovan li Parlementoya Kurdistanê, Meryem Semed ragihad ku “Nêzîk 5 hezar jinên Kurdên Êzdî di dest DAIŞê de ne, lê ew hejmar ne amareke hûr e, ji ber ku ji çavkaniyên cuda me bidest xistine, beşek ji wan jinana ji dest DAIŞê rizgar bûne û çîrok û serpêhatiyên gelek nexweş tînin ziman, lewma pêwîste hikûmet bi rêyên cûda hewla rizgarkirina wan jinan bide.”

Meryem Semed da zanîn jî ku, beşekî mezin ji wan jinan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tê kirîn û firotin û wan dişiyênin Sûriyê jî.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Koçberan, Nûrî Osman ragihand ku “Ji niha ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe dike ji bo vegerandina wan jinên Kurdên Êzdî û heta niha 200 kes ji wan hatina azadkirin.”

Roja 3ê Tebaxê çekdarên DAIŞê navçeya Şingalê dagîrkirin û hejmarek zêde ji xelkên wê deverê koçber û derbider bûn, çekdarên rêxistina navbûrî jî gelek jin û keçên wê navçeyê girtin û roj bi roj gelek çîrokên dilêş li ser çarenvîs û rewşa wan tên belavkirin.

Basnews
Top