• Monday, 16 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji civata asayîşa Kurdistanê

Gulan Media November 20, 2014 Nûçe
Daxuyaniyek ji civata asayîşa Kurdistanê

Civata asayîşa Kurdistanê derbarê teqîna Hewlêrê de daxuyaniyek weşand

Civata asayîşa Kurdistanê derbarê teqîna îro ya li bajarê Hewlêrê de daxuyaniyek pêşkêş raya giştî kir û ragehand ku kiriyarên bi vê rengî yên qirêj ji dijmineke terorîst yê şikest xwarî tiştên ku tên payîn.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de civata asayîşa Kurdistanê eşkere kiriye ku di eniyên şer de birayên me yên pêşmerge derbên dijwar li terorîstan didin û xewnên terorîstan bo gehêştin bi Kurdistanê pûç dikin lewre terorîst jî bi vê rengî bi awayekî bêhêvî bû berê xwe didin kiriyarên terorîstî yên bi vê rengî.

Civata asayîşa Kurdistanê herwiha eşkere kiriye ku bo me eşkere bûye ku terorîst ji wan asankariyên ku me bo şîniyên din yên deverên din ên Îraqê pêşkêş kirine fêde wergirtine, birastî ev asankariyên han kêşe û metirsiyên gelek mezin bo ser asayîş û ewlekariya Kurdistanê çê kirine lewre em weke civata asayîşa Kurdistanê daxwaz dikin ku hem hikûmet û him jî welatiyên Kurdistanê aramî û asayîşa Kurdistanê li ber çav bigirin û ev astengiyên ku li berdem tedbîrên ewlekarî de hene nehêlin.

Civata asayîşa Kurdistanê di dawiya daxuyaniya han de welatiyên Kurdistanê agehdar kiriye ku vê tevahiya hewlên xwe bo parastina aramiya wan bi tevger bike û herwiha daxwaz ji wan jî dike daku weke hertim di demên pêwîst de hevkariya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê bikin.
Top