Pitir ji 40 hezar Şîe Mezheb derbasî Daqoq a li Kerkûkê bûne
Ji bo parastina tenahî û ewlehiya bajarokê Daqoqê û merasima bîranîna şehdîbûna Îmam Zeyn El-Abidîn, gişt hêzên polîs, asayiş û pêşmerge li Daqoq û derdora wê di haleta amadebaşiyê de ne. Li gel ewê yekê jî, firokeyên cengî yên hevpeymanan jî çavdêriya esmanê deverê dikin.
Merasima bîranîna Îmam Zeyn El-Abidîn salane li ser gorna wî li Daqoqê dihê sazkirin, ku xêncî şîe mezhebên Iraqê, ji welatên weke Îran, Afxanistan û Pakistanê jî gelek şîe mezheb bo beşdarbûn di ewê merasimê de serdana Daqoqê dikin.
