• Monday, 16 February 2026
logo

Pitir ji 40 hezar Şîe Mezheb derbasî Daqoq a li Kerkûkê bûne

Gulan Media November 20, 2014 Nûçe
Pitir ji 40 hezar Şîe Mezheb derbasî Daqoq a li Kerkûkê bûne
Bi boneya beşdarbûn di merasima bîranîna şehdîbûna Îmam Zeyn El-Abidîn îmamê şîeyan, duh şev pitir ji 40 hezar kesên Şîe mezheb gihîştine bajarokê Daqoqê û pêşbînî dihê kirin ku heta dema birêveçûna merasimê, hejmara beşdarbûyan bigihîje zêdetir ji 300 hezar kesan.


Ji bo parastina tenahî û ewlehiya bajarokê Daqoqê û merasima bîranîna şehdîbûna Îmam Zeyn El-Abidîn, gişt hêzên polîs, asayiş û pêşmerge li Daqoq û derdora wê di haleta amadebaşiyê de ne. Li gel ewê yekê jî, firokeyên cengî yên hevpeymanan jî çavdêriya esmanê deverê dikin.

Merasima bîranîna Îmam Zeyn El-Abidîn salane li ser gorna wî li Daqoqê dihê sazkirin, ku xêncî şîe mezhebên Iraqê, ji welatên weke Îran, Afxanistan û Pakistanê jî gelek şîe mezheb bo beşdarbûn di ewê merasimê de serdana Daqoqê dikin.
Top