Hikûmeta herêma Kurdistanê kiryara terorîstiya Hewlêrê şermezar dike
Bi vê minasibetê, em sersaxiyê li malbatên şehîdan dikîn û hêviya zûçakbûnê ji bo birîndasran dixwazîn, em ji hevwelatiyên birêzên herêma Kurdistanê re dibîjîn ku, saziyên emniyên herêma Kurdistanê dest bi lêkonînê kiriye.
Em daxwazê ji hevwelatiyên birêzên bajarê Hewlêrê û tevaya herêma Kurdistanê dikin, weke hertim li asta berpirsiyariyê de bin û çavekirî bin û em hemûyan dilrehet dikin ku, saziyên emnî hemû bi hewilên xwe ji bo parastina amin û îtîqrara herêma Kurdistanê bixebitin. Ev kiryarên terorîstî hikûmet û xelkê Kurdistanê natirsînin û karwanê avadankirin û pêşveçûnê ranaweste.
Civata wezîrên herêma Kurdistanî
19.11.2014
