Amerîkayê teqîna xwekujî ya li Hewlêrê şermezar kir
Wezareta Derve ya DYAyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew teqîna li pêş avahiya Parêzgeha Hewlêrê ya ku têde çend kesên bêsûc jiyana xwe jidest dane şermezar dike û got ew sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hêzên li Iraqê li dijî DAIŞê radiwestin û ew li çend deveran weke bendava Mûsilê, Rebîhe, Zummarê û herwiha li Bêcî jî têk birine û ji ber vê yekê DAIŞ bêhêvî bûye û kesên sivîl dike armanc da ku xelkê bitirsîne.
Wezareta Derve ya DYAyê tekez kir ku ji bo Iraq hertim bimîne welatekî demokratîk ewê piştgiriya xwe ya dijî terorê bo Iraqê bidomînin.
Tê zanîn ku îro saet 11:50 teqînek li pêş avahiya parêzgeha Hewlêrê çêbû û têde 5 kesan jiyana xwe jidest dan û 29 kesên din jî birîndar bûn.
Rudaw
