Hikûmeta İraqê 500 milyon dolar ji Kurdistanê re şand
Wezîrê Darayî yê İraqê ragehand ku îro hikûmeta İraqê 500 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê re şandine.
Hoşyar Zêbarî di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Wezareta Darayî ya İraqê îro 583 milyar dînarên İraqê ku dike 500 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê re şand. Ev pêngava han jî piştî wê pêngava hikûmeta Herêma Kurdistanê tê ku rojane 150 hezar bermîl petrol bixe jêr kontrola hikûmeta İraqê.’‘
Pêncşema borî (13.11.2014) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî li bajarê Hewlêrê civiyan û li ser wê yekê lihev kirin ku hikûmeta Bexdayê wek destpêk 500 milyon dolar bişîne ji Herêma Kurdistanê re û hikûmeta Kurdistanê jî rojane 150 hezar bermîl petrola xav bixe bin kontrola hikûmeta Bexdayê, herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî serdana Bexdayê bike.
Pêr, 17ê Mijdarê, Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî li Parlamentoya İraqê ragehand ku yekemîn rêjeya petrola Herêma Kurdistanê di çarçoveya desthilata hikûmeta Bexdayê de bo bazara cîhanê hatiye şandin.
Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê, biryarbû îro, Çarşemê, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bikira, lê ji ber sedemeke nediyar ew serdan hat paşxistin.
Çavkaniyeke taybet ji BasNewsê re got: “Ji ber çend bernameyên din û herwiha selmandina niyazpakiya pêşwext ji aliyê Bexdayê ve, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê heta demeke din hat paşxistin.’‘
Basnews
