• Monday, 16 February 2026
logo

Zanyariyên nû li ser teqîna Hewlêrê

Gulan Media November 19, 2014 Nûçe
Zanyariyên nû li ser teqîna Hewlêrê

Berdevkê Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku, heta niha nasnameya kesê xwekujê teqîna Hewlêrê nehatiye naksirin û berî niha jî ti zanyariyên wan li ser teqînê nebû, DAIŞê kî berpirsiyariya xwe li ser encamdana teqîna Hewlêrê ragihand.

Îro, 19ê Mijdarê, demjimêr 11:05 bi dema Hewlêrê otombîleke bombekirî li pêş deriyê avahiya parêzgeha Hewlêrê teqiya, xwekujê di otombîlê de dixwest di nava avahiya parêzgehê de otombîlê biteqîne, lê zêrevanên avahiyê teqe lê kirin û otombîl li pêş derî hat teqandin.

Di vê derbarê de Berdevk Parzêgeha Hewlêrê Hemze Hamid ji BasNewsê re ragihand ku “Ti ziyan negihiştiye karmendên di nav avahiya parêzgehê de.”

Li ser hejmara şehîd û birîndarên teqînê, Hemze Hamid got: “Ji nav zêrevanên avahiya parzêgehê şehîd û birîndar hene, herwiha di nava xelkên divîl de jî qurbanî hene.”

Navbûrî amaje bi ziyanên ku ji encama teqînê gihiştine avahiya parêzgeha Hewlêrê got: “Tenê camên avahiyê şikestine û ziyanên sivik gihiştine avahiyê.”

Li gor zanyariyên ku BasNewsê derbarê hejmara qurbaniyên teqînê bidest xistine, heta niha 5 kes şehîd ketine û 20 kes jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Çavkaniyeke tenduristî jî ji BasNewsê re ragihand ku, di nava birîndaran de 5 kes hene ku birînên wan giranin û niha di bin çavdêriya pizîşkî ya hûr de ne, 5 birîndaran jî çareserî wergirtin û bo malê hatin veguhestin herwiha her 10 birîndarên din jî niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Mihemd ji BasNewsê re ragihand ku, ew amade ne her birîndarekî teqînê ji bo wergirtina çareseriyê bişiyênin derveyî welat, eger pêwîst bû.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Kemal Selîm jî taybet ji BasNewsê re da zanîn ku “Di civîna ligel berpirsên ewlehî yên Herêma Kurdistanê de li nav avahiya Parêzgeha Hewlêrê, tekez hat kirin ku rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, berpirsiyariya xwe li ser encamdana teqîna Hewlêrê ragihandiye.”

Herwiha peyamnêrê Basnewsê li cihê teqînê ragihand ku, otombîla ku teqiye hejmara tablo ye wê Bexda ye û li cihê teqînê hejmarek ji otombîlê welatiyên sivîl şewitî ne û ziyaneke mezin gehiştiye wan.

Basnews
Top