Pêşmergeyan gundê Xirab Rût ji DAIŞê paqij kirin
Piştî şer û pevçûnên dijwar û dorpêçkirina çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, Pêşmergeyan karîn gundê Xirab Rût li eniya şerê Dubiz rizgar bikin.
Li gor agahiyên BasNewsê, vê sibê (19.11.2014) dema çekdarên DAİŞ’ê xwestine ber bi qezaya Dubis êrîş bikin, şer di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de li nêzîkê Xirabe Rût derketiye.
Di vê derbarê de Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re got: “Hêzên Pêşmerge karîn 10an çekdarên DAIŞê bikuijn û gundê Xirab Rût bi temamî ji çekdaran paqij bikin.”
Li gor ku Kerûkî ragihandiye, çekdaran piraniya malên gundê Xirab Rût bombe kirine, gund jî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.
Kemal Kerkûkî berî niha jî ji BasNewsê re gotibû: ‘’Niha me Xirabe Rût dorpêç kiriye ku cebilxaneyên mezin ên DAİŞ’ê lê hene, lê ji ber bombardiman balefirên şer çekdar ketine mewziyên bin erdê, herwiha Pêşmergeyan dest danîne ser gelek çek û teqemeniyan.
Basnews
