• Monday, 16 February 2026
logo

Serdana Serokwezîr Barzanî bo Bexdayê hat paşxistin

Gulan Media November 19, 2014 Nûçe
Serdana Serokwezîr Barzanî bo Bexdayê hat paşxistin

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê, biryarbû îro, Çarşemê, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bikira, lê ji ber sedemeke nediyar ew serdan hat paşxistin.

Çavkaniyeke taybet ji BasNewsê re got:“Ji ber çend bernameyên din û herwiha selmandina niyazpakiya pêşwext ji aliyê Bexdayê ve, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexda bo demeke din hat paşxistin“.

Pêncşema borî (13.11.2014) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî li bajarê Hewlêrê civiyan û li ser wê yekê lihev kirin ku hikûmeta Bexdayê wek destpêk 500 milyon dolar bişîne ji Herêma Kurdistanê re û hikûmeta Kurdistanê jî rojane 150 hezar bermîl petrola xav bixe bin kontrola hikûmeta Bexdayê, herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî serdana Bexdayê bike.

Pêr, 17ê Mijdarê, Wezîrê Petrolê yê İraqê Adil Ebdulmehdî li Parlamentoya İraqê ragehand ku yekemîn rêjeya petrola Herêma Kurdistanê di çarçoveya desthilata hikûmeta Bexdayê de bo bazara cîhanê hatiye şandin. Wezîrê Darayî yê İraqê Hoşyar Zêbarî jî da zanîn ku dest bi karê xwe kirine daku wan pereyan ji Herêma Kurdistanê re bişînin.

Basnews
Top