Li Hewlêrê teqînek pêk hat
Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Beriya kêlîkekê li navenda bajarê Hewlêrê li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê xwekujekî bi rêya otomobîleke bombekirî xwe teqand.”
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Li gorî agahiyan wî xwekujî dixwest derbasî nav avahiya parêzgeha Hewlêrê bibe lê pasewanên ber derî rê lê pêşiya wî girtin û wî jî xwe li wir teqand.”
Li gorî agahiyên Parêzgeha Hewlêrê Newzad Hadî, di wê teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezîrê Tendirustiyê ji Rûdawê re tekez kir ku, Di wê teqînê de 22 kes birîndar bûne û 2 birîndar ji wan birînên wan giran e.
Herwiha li gorî agahiyan, derdora 20 otombîl hatine têk birin.
Berdevkê parêzgeha Hewlêrê Hemza Hamid jî, ji Rûdawê re ragihand: Karmend û fermanberên parêzgehê selametin.
Rudaw
