Muslim: Pêdiviya me bi çekên giran heye da xwe pê biparêzin
Li Navenda Neues Deutschland a paytexta Elmanyayê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim beşdarî rûniştinekê bû li ser Rojavayê Kurdistanê.
Di dema pêşkêşkirina gotarekê de Salih Muslim behsa rewşa dawî ya Kobanî û Rojavayê Kurdistanê kir, ew pêşhat û serkeftin û berxwedana şervanên Kurd û çûna Hêzên Pêşmerge jî bilind nirxand.
Salih Muslim got heta nefesa dawî dê şervanên Kurd û Pêşmerge bi hevre şer bikin û li berxwe bidin û wiha axifî: ‘’Şerê li Kurdistanê çêdibe pêdivî bi alîkariyên welatên wek Elmanya, Ewropa û hêzên cîhanî heye, em bi xwe xwe diparêzîn, çekên ku heta niha gehiştine destên şervanên me ji Başûrê Kurdistanê hatine, ku ew jî pêngaveke mezin e ber bi yekrêzî û hevgirtina neteweyî bû.’‘
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di beşeke din a axaftina xwe de daxwaza alîkariyên zêdetir kir û got ku pêdiviya wan bi çekên giran heye daku ew bikaribin xwe bi wan çekan bi parêzin.
Di rûniştinê de ku hejmarek siyasetmedarên Kurd û Elman û nûnerên hinek partên siyasî û komele û saziyan jî beşdar bûn, dan û standin jî hat kirin, çendîn pirs û babetên giring hatin nîqaş kirin.
Hêjayî gotinê ye zêdeyî mehekê ye çekdarên DAİŞ’ê berê xwe dane bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û li wir şerê Kurdan dikin, ji ber şer û aloziyan jî bi sedan hezar welatî koçber bûne, piranî jî li Pirsus, Êlih, û hinek jî li bajarên din ên Bakur û Başûrê Kurdistanê bûne penaber.
Basnews
