• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge li Seidiyeyê dest bi êrişê kir

Gulan Media November 19, 2014 Nûçe
Pêşmerge li Seidiyeyê dest bi êrişê kir
Hêzên Pêşmerge li nahiyeya Seidiyeyê ya girêdayî navçeya Xaneqînê dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin û niha pêşve diçin.

Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed ji eniya Germesêrê ragihand: “Vê sibehê seat 4 Hêzên Pêşmerge li nahiyeya Seidiyeyê dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin.”

Helo Mihemed wiha got: “Hêzek mezin ji Pêşmerge û çekdarên Şîe di wê êrişê de ne û niha Hêzên Pêşmerge û ew hêzên din çend kîlometran pêşve çûne û nêzîkî Seidiyeyê bûne.”

Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “Tîmên pûçkirina mayîn û topan dest bi karê xwe kirine û wan bombên ku li ser rê ne pûç dikin da ku Hêzên Pêşmerge zêdetir pêşve biçin.”

Rudaw
Top