• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî: Heta niha çekên pêwîst negehiştina dest Pêşmergeyan

Gulan Media November 19, 2014 Nûçe
Barzanî: Heta niha çekên pêwîst negehiştina dest Pêşmergeyan
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku, heta niha çekên giran ên pêwîst negehiştine dest Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke televîzyonî de balkişande ser alîkariyên leşkerî yên welatên raojava û Amerîka bo Herêma Kurdistanê şandine di şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, de û got: “Heta niha ew çekên giran ên ku Hêzên Pêşmerge xwestine ji bo şerê li dijî DAIŞê, negehiştine dest Pêşmergeyan.”

Barzanî spasiya endamên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê kir li ser alîkariyên ku heta niha pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, di şerê wê de li dijî çekdarên DAIŞê.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku heta niha çekên giran ên pêwîst negehiştine dest wan, herwiha balkişande ser wê yekê ku “Pêwîstî bi tank û otombîlên gulenebir ên veguhestina leşkeran heye.”

Berî niha çend welatên rojava, di destpêka wan de Elmanya, Fransa û Amerîka, alîkariyên leşkerî ji çek û teqemeniyan şadnin ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re yên ku ji Hezîrana bûrî ve rûbirûyê çedkarên rêxitsina DAIŞê dibin. Niha jî Hêzeke Pêşmerge li bajarê Kobanê yê Rojavayê kurdistanê jî rûbirûyê çekdarên rêxitsina navbûrî didbin.

Basnews
Top