• Monday, 16 February 2026
logo

Neviyê Seyîd Riza doz li dijî Dewlet Bahçelî vekir

Gulan Media November 19, 2014 Nûçe
Neviyê Seyîd Riza doz li dijî Dewlet Bahçelî vekir
Li hember gotin û daxuyaniyên Serokê Giştî yê Partiya Nijadperest (MHP) Dewlet Bahçelî yên li ser komkujiyê Dêrsimê doza duyemîn hat vekirin. Neviyê Seyîd Riza Rustem Polat bi hinceta ku Bahçelî heqaret û biçûkatî bi bapîrê wî û hemû cangoriyên Dêrsimê kiriye, di Dadgeha Dêrsimê de bi gilînameyekê doz lê vekir.

Piştî Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû jî li ser navê dewletê li xwe mikur hat û got ku “Komkujiya Dêrsimê Kerbelayeke modern e”; Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Dewlet Bahçelî rexneyên giran li Davûtoglû girt û wiha heqaret û biçûkatî bi Seyîd Riza û Cangoriyên Dêrsimê kiribû:

“Ez bi eşkerayî dibêjim ku yên ku terorîst Seyîd Riza wek Hz Husên dibînin, ji aliyê îblîs ve hatiye xapandin û dê dozeh para wan bikeve. Çavkaniya heyrantî û rêzdariya Serokwezîr Davûtoglû ya ji bo terorîst Seyîd Riza ji danûstandin û muzakereyên xayînane yên bi PKK û terorîst Ocalan re tê.”

Neviyê Seyîd Riza Rustem Polat ligel parêzerê xwe Cîhan Soylemez bi hinceta ku Dewlet Bahçelî derewan li nirxên wan dike û heqaret li bapîrê wî û hemû cangoriyên Dêrsimê kiriye, di Dadgeha Dêrsimê de doz lê vekir.

Çend rojê berê niha jî niştecihê Dêrsimê yê bi navê Huseyîn Akgun ku di Komkujiya Dêrsimê ya 1937-1938an de ji malbata wî 9 kes hatine kuştin, ji ber “heqaret û bovlatên” Bahçelî doza manewî ya 4,9 qurişî (2 Cent = 0.02 $) lê vekiribû.

Neviyê Seyîd Riza pêş ku gilînameya dijî Bahçelî bide hundir, digel parêzerê xwe Cîhan Soylemez li ber derê avahiya Dadxaneya Dêrsimê têkildarê vê serlêdanê ji çapemeniyê re daxuyand. Polat, daxwaz kir ku bila Bahçelî zirxê destlênedanê yê parlamenteriyê dayne û di dadgehê de herdu alî nêrînên xwe derbibirin.

Polat, di vî warî de wiha pê de çû: “Hê jî êş, derd û kul li dora min in. Di komkujiyê de bi hezaran mirovên me hatine kuştin û şewitandin. 2 ji van cangoriyan kalikê min Seyîd Riza û lawê wî Husên bû. 77 sal e şûna mezelên cangoriyan ne diyar e. Ruh û giyanên xwe ji dest dane, lê hê jî yên wekî Bahçelî komkujiyan li dijî van giyanan pêk tînin. Ez dibêjim ku fermo bila werin em bi hev re derbikevin pêşberî dadgehê. Ger em neheq bim, dê hingê dewlet bi daraz û dadgeha xwe tişta pêwîst li dijî min pêk bîne.”

Rustem Polat di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Davûtoglû ya Dêrsimê ku dê 23yê vê mehê de pêk bê û got ku dê hevdîtineke wî pê re çêbibe. Polat, diyar kir ku dê ji bo vedozîna gorr û mezelên cangoriyên Dêrsîmê bang li Serokwezîrê Tirkiyê bike.

Polat, di vî warî de wiha axivî: “Ez ê ji Davûtoglû re bêjim ku kalikê min ne serhildêr ne jî sîxurê Îngilîzan bû. Ezê jê daxwaz bikim ku ligel mezelê kalikê min mezelên hemû cangorî û mexdûrên Dêrsimê bên eşkerakirin. Hêvî û xwesteka min ev e ku hestî û pirûskên bêkefen bên vedîtin û li axa pîroz a Dêrsimê li gorî baweriya me bên veşartin. Ji bo vê tiştê ez ê tika bikim.”

Parêzerê Rustem Polat, Cîhan Soylemez jî axivî û got ku Dewlet Bahçelî bi daxuyaniyên xwe yên li ser Komkujiya Dêrsimê “tawanê nifrîn û nefretê” dike. Soylemez, destnîşan kir ku Bahçelî dest ji bobelat û heqaretên xwe bernade.

Soylemez, di vê bareyê de wiha peyîvî: “Li gorî me Bahçelî bi van bovlat û heqaretên xwe sûcê nefretê pêk tîne. Xal û madeyên Qanûna Cezayê ya Tirkiye zelal in. Gerek ew ji ber van tawanan bê dadgehkirin. Niha Ak Partî, HDP, CHP li gorî dengên wergirtine di asta ji sedî 85-90î de hemwelatiyan temsîl dikin. Êdî ev girseya têgihiştine ku Seyîd Riza pak û xawên bûye û di encama dadgehkirineke neheq de bi awayekî neheq hatiye darvekirin. Ligel vê têgihiştina piraniya hemwelatiyan jî Devlet Bahçelî heqaret û bovlatên xwe didomîne. Lewma em jî di Serdozgeriya Komarî ya DêrsImê de giliyê li wî dikin.”

Parêzer Soylemez wiha domand: “Destlênedana wî ya parlamenteriyê heye, lê ya muwekîlê min tune. Bila Bahçelî ji Parlamentoyê daxwaz bike ku destlênedana wî ya parlamenteriyê bê rkairin û bi vî awayî derbikeve pêşberî dadgehê. Bila wekî hemwelatiyekî yeksan xwe biparêze, ne di bin siya destlênedanê.”

Parêzer Soylemez destnîşan kir ku ji ber ti bingeha bovlat û heqaretên Bahçelî tune, di bin siya destlênedana parlamenteriyê de ji dadgeh û darizandinê direve.

Parêzer Soylemez der heqê rayedarên hikûmeta Ak Partiyê de jî axivî û got: “Doza vedîtina mezelê Seyîd Riza 8 sal e dest pê kiriye û hê jî berdewam dike. Ak Partî 12 sal e deshilatdar e. Ger ji dil û can in, divê di vî warî de gavên pêwîst biavêjin. Bila ev doza nebe malzeme û kelûpelê siyaseta hilbijartinan, divê di asteke li ser siyasetê de bê gotûbêjkirin û çareserkirin.

Rudaw
Top