• Monday, 16 February 2026
logo

Burkay: Şaşiyên PYD pir in lê berxwedana Kobanê cihê şanaziyê ye

Gulan Media November 18, 2014 Nûçe
Burkay: Şaşiyên PYD pir in lê berxwedana Kobanê cihê şanaziyê ye
Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay derbarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de dibêje ku “Gelek şaşiyên PYD hene lê bergiriya li Kobanê cihê şanaziyê ye.”

Kemla Burkay, ku Sekreterê Berê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK–PAR) bû, di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re behsa siyaseta PYD li Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Awayê karkirina PYD gelek ji yê PKK nêzîke, di demên bûrî de nêzîk hezar Gerîle ji Qendîlê bo Rojava hatin şandin. Rejîma Sûriyê navçeyên Kurdî ji PYD re valakirin, lê wê astengî li pêş karê partiyên din re çêdikirin.”

Navbûrî balkişandiye ser hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo rêkeftina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û got: “Aliyên siyasî bi navbênkariya birêz Barzanî civiyan û gotin ku ew rêkeftine, lê PYD li ser ferizkirina helwestên xwe berdewam bû, lê niha dorpêçkirina Kobanê û peydabûna DAIŞê dê bibe sedema guhertina helwestên PYD, ji ber ku pêwîstiya Kurdên Sûriyê bi yekîtiya hêzên siyasî heye.”

Burkay dibîne ku DAIŞ du tişt guherîne, titşê yekem bi hev ve girêdana Kurdan e û yê duyem bandora wê rewşê li ser Kurdane “Nabê em li gor hestên xwe li pêşhatan binêrin. Min her dem amaje bi şaşiyên PYD kiriye, lê bûyerên Kobanê wek bergiriya gelê xwe dibînim, tevî ku di bin rêberiya PYD de bû, lê min piştgirî lê kiriye.”

Navbûrî dide zanîn ku, niha Kobanê bûye sembolek di nav Kurdan de “Kobanê coş û xroşeke mezin di nav Kurdan de peyda kiriye. Kobanê bûye sembolek. Hinek car netewe xwe li derdora simbolekê hev digrin. Lê ya girîng ewe ku ew hevgirtin dirêj be û pêwîste partiyên siyasî sûdê ji şaşiyên berê werbigrin. Lê ji vî alî ve ez gelekî geşbînim, ez dizanim ku ev karekî gelekî dijware. heta berî van bûyerên dawî PKK bi çavê dujmin li partiyên din dinêrî.”

Basnews
Top