• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge êrîşên terorîstan pûç kirin

Gulan Media November 18, 2014 Nûçe
Hêzên pêşmerge êrîşên terorîstan pûç kirin

Li her du mihwerên Zûmar û Rebîeyê hêzên pêşmerge êrîşên terorîstan pûç kirin.

Îro danê sibê di seat 7an de ji du aliyan ve terorîstên DIŞIê li mihwerên Zûmar û Rebîeyê de xwestên êrîşî ser hêzên pêşmerge bikin.

Hêzên pêşmerge jî zû hest bi plana han ya terorîstan kirin û bersifeke dijwar dan êrîşên terorîstan û êrîşên wan pûç kirin.

Hêzên pêşmerge karîn hijmareke zêde ji terorîstan bikujin û zererên mezin yên madî jî bidin wan.

Di vê derbarê de jêderekî leşkerî ji hêzên pêşmerge jî eşkere kir ku hêzên pêşmerge bi çekên giran êrîşî terorîstan kirine û hijmareke zêde ji leşên terorîstan yên kuştî di qada şer de mane.

Top