5 îsraîlî hatin kuştin
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand: “Du kesên felestînî bi kêr û teviran êriş kirin ser 12 xwendevanên îsraîlî, 5 kes ji wan kuştin û 7 jî birîndar kirin.”
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, “Ew herdu êrişker jî piştî êrişê hatin kuştin.”
Serokdewletê felestînê Mehmûd Ebas, ew êriş şermezar kir.
Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry jî, li ser êrişê got: “Ew êriş hovîtiya bê wate ye.”
Duhî pevçûn li bajarê Qudis di navbera welatiyên îsraîlî û felestînî de derketibû, ew jî piştî kuştina xortê bi navê Yûsif Remunî.
Rudaw
