Zêdetirî 700 malbatên kurd ên êzîdî li ser çiyayê Şingalê mane
Nûnera kurdên êzîdî li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexlî, ji Rûdawê re got ku heta niha zêdetirî 700 malbatên kurd ên êzîdî yên ku ji ber êrişên DAIŞê reviyane çiyayê Şingalê, li wir mane û nehatine rizgarkirin.
Viyan Dexîl anî ziman ku hewl didin bi helîkopteran wan malbatan li ser çiyayê Şingalê rizgar bikin û wiha axivî: “Helîkopterên iraqî biçûk in tenê 30 kesî hildigirin. Ji ber wê jî me ji hêzên hevpeyman xwestiye helîkopterên mezintir ji me re bişînin lê yên mezin jî nikarin li ser çiyê rûnên.”
Parlamentera kurd a êzîdî her wiha got ku Serokwezîrê Iraqê Heyeder Ebadî jî razî ye ew malbatên êzîdî ji aliyê Pêşmerge yan jî hêzeke din ve bên rizgarkirin.
Li ser avakirina hêzeke kurdên êzîdî ji bo rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê jî Viyan Dexlî got, em dixwazin ev hêz di çarçoveya hêzên Pêşmerge de were avakirin û li şûna ku li Bexdayê yan jî deverekî Iraqê bê perwerdekirin li Hewlêr û Dihokê bê amadekirin.
Dexîl destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vî warî de alîkariya wan dike.
Wê parlamentera kurd gazinde li hikûmeta Iraqê jî kir ku devera Şingalê jibîr kiriye û tenê xema deverên mîna Enbar, Babil, Diyale û Selahedînê dixwe.
Rudaw
