• Monday, 16 February 2026
logo

Parêzgarê Mûsilê rola hêzên pêşmerge bigirîng wesif dike

Gulan Media November 18, 2014 Nûçe
Parêzgarê Mûsilê rola hêzên pêşmerge bigirîng wesif dike

Parêzgarê Mûsilê dibêje hêzên pêşmerge karîne rewşa deverê biparêzin.

Parêzgar Mûsilî Esîl Nocêfî di serdaneke meydanî de li devera Zûmarê de serî li hêzên pêşmerge yên Kurdistanê da û li gel Ebdulweheymên Barzanî civiya.

Di civînê de Esîl Nocêfî behs rol û qehremaniya hêzên pêşmerge bo rêzgar kirina wan deveran ji destê terorîstan DIŞIê kir û ragehand ku hêzên pêşmerge bi mêrxasî karîne şerê dijî terorîstên DIŞIê bikin û wan deveran ji destê wan terorîstan rizgar bikin.

Li hember de jî Ebdulweheymen Barzanî jî eşkere kir ku hêzên pêşmerge karîne li tevahiya eniyan de derbên dijwar li terorîstên DIŞIê bidin û wan ji ser axa Kurdistanê derbixin.
Top