Li Rebîyeyê DAIŞ êriş dike û Pêşmerge bi tundî bersivê dide
Çavkaniyekî ji Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Serê vê sibehê seat 07:00 çekdarên DAIŞê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge li gundên Eweynat û Til Heyad li sînorê devera Rebîyeyê.”
Heman çavkanî da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge li wir bi tundî bersiva wan êrişan dide û niha jî şer berdewam e.”
Rudaw
