• Monday, 16 February 2026
logo

Bierebkirina Kerkûkê berdewam e

Gulan Media November 18, 2014 Nûçe
Bierebkirina Kerkûkê berdewam e

Proseya bierebkirina Kerkûkê berdewame û rojane hejmarek ji malbatên Ereb bi rêya Frokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, bi hêncetên cûda, tên Herêma Kurdistanê û ji wêde ber bi parêzgeha Kerkûkê ve diçin, ku guman heye ew kar bi pilan û bername be.

Rêveberê Ofîsa Kerkûkê ya Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140ê aşkere dike ku, ji dema şerê DAIŞê ve 74 hezar kes ji Enbar, Tikrît û Mûsilê hatine Kerkûkê.

Eger hatina Ereban bo bajarên Herêma Kurdistanê ji aliyê demografî û guhertina hejmara şêniyan negirîng be, ji ber ku ew yek alî bûye ku Herêma Kurdistanê ye, lê ji bo bajarekî wek Kerkûkê, ku heta niha li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û madeya 140ê têde nehatiye cîbicîkirin û bi hezaran Erebên serdema rejîma Beis hê lê bi cih kirîne, niha jî hatina hejmarek din ji Ereban bo wî bajarî metirsiyeke mezine li ser proseya bierebkirina wî bajarî, Berpirsê Ofîsa Parlementoya Kurdistanê jî dibêje ku, piştî azadkirina navçeyên wan pêwîst ew hemû Ereb vegerin navçeyên xwe û rê bi wan neyê dayîn ku li Kerkûkê bi cih bibin.

Rêveberê Ofîsa Kerkûkê ya Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140ê li Kerkûkê Kakereş Sidîq ji BasNewsê ragihand, piştî şerê DAIŞê 74 hezar kes ji Enbar, Mûsil û Tikrîtê ji ber rewşa ewlehiyê reviyan û li bajarê Kerkûkê bi cih bûne.

Çavkaniyeke agehdar jî ji BasNewsê re aşkere kir ku, rojane hejmareke zêde ji Ereban ji Bexdayê bi rêya Frokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bi hêncetên cûda tên Herêma Kurdistanê û ji wê derê ber bi Kerkûkê ve diçin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Frokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Tahir Ebdulla ji BasNewsê re amaje kir ku, berî niha rêyên bejayî gelekî metirsîdar bûn, guvaşeke zêde jî li ser frokexaneya wan hebû bi hatina xelkê ji navçeyên din ên Iraqê, lê niha guvaş berdewame tevî ku hatina Ereban berdewame.

Hevdem Berpirsê Ofîsa Parlementoya Kurdistanê li Kerkûkê Letîf Fatih Ferec ji BasNewsê re got: “Hatine wan Ereban eger ji ber rewşê be û piştî arambûna navçeyên wan vegerin, ew tiştekî asayî ye, lê eger li parêzgehê bi cih bibin, ew bêguman merisiyê dixe ser demgorafî û hejmara şêniyan, lewma em daxwaz ji asayişa Kerkûkê diin ku hemû tedbîran bistînin da ku ew xelk vegerin navçeyên xwe, piştî ku navçeyên wan azad bibin.

Basnews
Top