• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzeke taybet a Pêşmerge tê pêkanîn

Gulan Media November 18, 2014 Nûçe
Hêzeke taybet a Pêşmerge tê pêkanîn

Li ser Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAİŞ’ê, hêzeke taybet a Pêşmerge tê pêkanîn. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ya Kudistanê jî ragehand ku ligel Hêzên Hevpeyman tekez li ser perwerde û pirçekkirina Hêzên Pêşmerge kirine.

Li gor agahiyên ku gehiştine BasNewsê, di civîna duyem a welatên hevpeyman de bo rûbirûbûna DAİŞ’ê ku li Îtalya hatibû lidarxistin, biryar hatiye dayîn ku ji bo şerê DAİŞ’ê ji dêlva hêza leşkerî ya teqlîdî hêzeke taybet were pêkanîn û di vê çarçoveyê de jî biryar e İraq û Herêma Kurdistanê her yek ji wan hêzeke taybet pêk bînin.

Biryar e İraq hêzeke taybet ji sê firqeyan pêk bîne û ji aliyê Amerîkayê ve bên perwerde kirin, di heman çarçoveyê de biryar e li Herêma Kurdistanê jî hêzeke taybet were pêkanîn, Wezareta Pêşmerge serpereştiya wê bike û Amerîka jî çekan bide wê hêzê û perwerde bike.

Çavkaniyeke nêzîkê Wezareta Berevaniyê ya İraqê jî îdîa kir ku ew rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser wê yekê hatiye kirin ku Bexda dixwaze li Herêma Kurdistanê wan hersê firqeyan perwerde bike. Heman çavkaniyê da zanîn ku niha Bexda neçar e ji çend aliyan ve pişta xwe bi Herêma Kurdistanê girêde, bi taybetî Amerîkiyan agahdarî dane hikûmeta Heyder Ebadî ku ew bêyî piştîvaniya Herêma Kurdistanê, nikarin careke din dest deynin ser Mûsil û hinek navçeyan ku niha di destê DAİŞ’ê de ne.

Di vê derbarê de Berpirsê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgurd Hikmet ji BasNewsê re got: ‘’Li gor wan gotûbêjên ku di navbera Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman de hatine kirin, tekez li ser pêdiviya perwerde û pirçekkirina Hêzên Pêşmerge hatiye kirin.’‘

Helgurd Hikmet wiha axifî: ‘’Me ligel Hevpeymanan wek tiştekî diyarkirî tenê behsa hêzeke taybet nekiriye, lê me daxwaz kiriye ku hemû Hêzên Pêşmerge werin perwerde kirin û pirçekkirin. Herwiha eger li ba Hêzên Hevpeyman fikra hêzeke taybet hebe jî, em wek Wezareta Pêşmerge li gel wê yekê ne ku hemû Hêzên Pêşmerge bi awayekî modern bên perwerdekirin.’‘

Hikmet wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Divê bi awayekî alîkariya Pêşmergeyan bê kirin daku hemû Hêzên Pêşmerge bikaribin rûbirûyê DAİŞ’ê bibin, herwiha divê hêza taybet jî hebe û ji aliyê welatên hevpeyman ve bên perwerde kirin.’‘

Basnews
Top