Gunal: Her kesek bêje li Tirkiyeyê Kurdistan heye, terorîst e
Armanca civînê amadekirina budceya 2015an bû, lê mijar bû Kurdistan û çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî di nav axa Tirkiyeyê re.
Dîsa perlemanterê Partiya Tevgera Nejadperest a Tirkiyeyê (MHP) Mehmet Gunal derbasbûna Hêzên Pêşmerge bo bajarê Kobanî di nav axa welatê xwe re bi karesatekî mezin binav kir û ji ber wê yekê ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Efkan Ala hêris bû.
Perlemanterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hesîb Kapilan bersiva wan gotinên Gunel da û wiha got: “Ji serdema Selcuqiyan ve, ev cihên ku kurd lê dimînin jê re tê gotin Kurdistan. Divê hûn fêm bikin ku 40 milyon kurd hene. Hûn dikarin bêjin roj nîne, lê hûn nikarin wê veşêrin.”
Di bersiva van gotinan de, perlemanterekî MHPê Mehmet Gunal wiha got: “Ez ne ligel te me, ti ne muxatibê min e, ez ligel wezîr diaxivim. Tişta ku hûn dizanin, bila em nasbikin wezîr jî wek hizir dike ya na?.”
Mehmet Gunal wiha domand: “Her kesek bêje li nava Tirkiyeyê Kurdistan heye, terorîst e.”
Ji aliyê xwe ve perlemanterên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) jî berpirsên xwe bi nepaqijiyê tohmetbar kirin bi henceta alîkariya Hêzên Pêşmerge di çûna wan de bo Kobanî.
Wezîrê Navxwe Efkan Ala jî, ku ew hemû gotin jê re bûn, bêdeng ma û tenê yek gotin negot.
Rudaw
