• Monday, 16 February 2026
logo

Balafiran li DAIŞê dan û hêzên Kurdî êriş dikin

Gulan Media November 18, 2014 Nûçe
Balafiran li DAIŞê dan û hêzên Kurdî êriş dikin
Balafirên şer ên hevpeymaniya havdewletî ji îro serê sibehê ve çeperên DAIŞê li taxên rojhilatê bajarê Kobanî didin û şer jî di navbera hêzên Kurdî û çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Peyamnêrê Rûdawê li nêzîk bajarê Kobanî Imer Kalo ragihand: “Îro serê sibehê balafirên hevpeymaniyê 4 caran êrişî çeperên DAIŞê li derdora Şaredariyê li rojhilatê Kobanî kirin.”

Imer Kalo wiha domand: “Êrişa yekem saet 04.55 deqe, ya duyem 05.15, ya sêyem jî 05.30 û êrişa çarem jî saet 05.55 deqe bi dema Hewlêrê, pêk hatin.”

Kalo diyar kir ku piştî êrişa balafiran, “Hêzên kurdî dest bi êrişan kirin û şer di navbera wan û çekdarên DAIŞê de li rojhilatê Kobanî derket.”

Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, duh saet 16.30 êvarê jî balafirên hevpeymaniyê çeperên DAIŞê li derdora Şaredariyê bombebaran kiribû û ji wê demê heta îro serê sibehê, şer li Kobanî sivik bûbû.

Imer Kalo wiha got: “Ev 2 roj bûn şer di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê yên ku dixwestin li aliyê rojhilatê Kobanî pêşde biçin, giran bûbû.”

Duhî çekdarên DAIŞê bi topên Hawanê taxên Kobanî û bi taybetî Kaniya Mişidê û daristana li rojavayê bajarê Kobanî herweha taxa Gumrikê û deriyê sînorî li bakurê bajêr topbaran kirin.

Rudaw
Top