Herêma Kurdistanê gaza xwezayî jî dişîne derve
Li gor raporta dawî ya Rêxistina Dor bo Zanyariyên Petrola Kurdistanê, di hundirê 10 salan de Herêma Kurdistanê 272 milyon û 645 hezar û 911 bermîl petrol berhem aniye. Herwiha asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji naverasta sala 2014 heta dawiya salê rojane ji 180 hezar bermîl bo 400 hezar bermîl petrol bilind dibe û di sê mehên destpêkê yên sala 2015’ê de jî ew rêje digihe 500 hezar bermîl petrol di rojekê de.
Her li gor heman raportê, hikûmeta Herêma Kurdistanê îsal 34 milyon û 500 hezar bermîl petrol şandiye Tirkiyê. Ji vêna 21 milyon 500 hezar bermîl bi rêya boriyê bo bendera Ceyhan hatiye şandin û 13 milyon bermîl jî bi rêya tankeran bo Tirkiyê hatiye firotin.
Di raportê de behsa dahata petrola Kurdistanê ya îsal jî tê kirin û wiha berdewam dike: ‘’Hemû dahata wê petrola ku Herêma Kurdistanê di sala 2014’ê de firotiye, 2 milyar û 87 milyon dolar e, pereyên hatine wergirtin jî 1 milyar û 700 milyon dolar e. 900 milyon dolarên din jî ku kirêya barkirin û pereyên pêşîne bûne, jê 400 milyon dolar kirêya barkirinê û şêraniya şirketan e û 500 milyon dolar jî berê hatine wergirtin.’‘
Herwiha tê diyar kirin ku di sala 2013’ê de jî li Herêma Kurdistanê 78 milyon bermîl petrol hatiye berhemanîn û berhemanîna îsal li gor asta berhemanîna sala 2013’ê nêzîka ji sedî 200 zêde bûye. Li gor raportê, sala 2014’ê li gor qonaxan destpêkê 180 hezar bermîl petrol dihat hinardekirin, piştre bû 340 hezar bermîl û herî dawî jî di rojekê de 400 hezar bermîl di rojekê de tê hinardekirin. Di sala 2015’ê de jî destpêkê wek plana hatiye dariştin 500 hezar bermîl, piştre 850 hezar û di dawiya salê de jî 1 milyon û 60 hezar bermîl petrol tê hinardekirin.
Li gor wan zanyariyên ku ji çavkaniyên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê, Ajansa Enerjiya Cîhanê û Ajansa Enerjiya Amerîkayê hatine bidestxistin, Herêma Kurdistanê di 10 salan de wate di navbera sala 2003 heta 2013’ê, 272 milyon û 645 hezar û 911 bermîl petrol berhem aniye.
Di raportê de behsa hinardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê jî tê kirin û wiha tê gotin: ‘’Di sala 2017’ê de hinardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiye bo derve dest pê dike. Wek destpêk jî 55 milyon metrekup û piştre 120 milyon metrekup û dawî jî ev rêjeya han bo 200 milyon metrekup bilind dibe.
Jêder: Bas News
