Parlamenterê rûs, Vilademîr Jîrnovskî: Tenê Pêşmerge dikarin şerê DAIŞê bikin
Peyamnêrê Rûdawê li paytexta Rûsyayê Moskoyê Xalid Husên ragihand ku Parlamenterê Rûsya û Serokê Partiya Lîberal Demokrat, Vilademîr Jîrnovskî di civîna îro ya Parlamentoya Rûsyayê de li ser şerê DAIŞê û girêdana wî şerî bi Rûsyayê reaxaftine kir û got, li Rojhilata Navîn îro şerek tê kirin ku mafên kêmîneyên etnîkî û olî û ayînî binpê dike ev jî yekser pêwendiyan wan bi Rûsyayê ve hene.
Vilademîr Jîrnovskî li ser kurdan jî axivî û wiha anî ziman: “Me di dema Sovyetê de pir alîkarî da kurdan. Kurdan li Tirkiyeyê PKK ava kirin, niha jî li Kurdistana Iraqê bi serokatiya lîderekî navdar ê kurd, Barzanî, heta asteke baş mafên xwe standine lê niha pêwendiyên me zêdetir bi tikran re heye nek bi kurdan, di demekî de ku em her dem bi tirkan re di nav şer de bûn lê me qet bi kurdan re şer nekiriye!”
Wî siyasetemedarê rûs pesnê qehremaniya kurdan di şerê DAIŞê de û wiha got: “Li Rojhilata Navîn tenê hêzên kurd ku jê re dibêjin Pêşmerge, dikarin şerê DAIŞê bikin. Ew bi qehremanî û ji bo xatirê hemû gelên Rojhilata Navîn şerê DAIŞê dikin. Hêzên iraqî nekarîn şerê DAIŞê bikin hemû reviyan. Eger kesek dixwaze li Rojhilata Navîn şer bike bila çek bide kurdan çimkî tenê ew dikarin şer bikin.”
Li gorî Vilademîr Jîrnovskî, şerê cîhanî yê sêyem dê li Rojhilata Navîn biqewime çimkî Îsraîl dê bi çekên etomî li ereban bide û 50 milyon ereb bikuje wê demê şerê bigihê sînorê Rûsyayê jî lewma “divê em alîkariya kurdan bikin”.
Rudaw
