• Monday, 16 February 2026
logo

Pêngavên çareserkirina krîza Sûriyê aşkere bûn

Gulan Media November 17, 2014 Nûçe
Pêngavên çareserkirina krîza Sûriyê aşkere bûn
Piştî aşkerebûna raportekê ku wek pilanekê ji bo çareserkirina krzîa Sûriyê hatiye amadekirin, carek din pirsa çareserkirina krzîa wî welatî bi germî ket rojeva medyaya cîhanî.

Raport ji aliyê navenda Ewropî ya bi navê “Center For Humanitarian Dialogue CHD”, wate Navenda Diyaloga Mirovî, ku navenda wê li Cenêvê ye di bin navê “Pêngavên Çareserkirina Krîza Li Sûriyê” hatiye amade kirin û zanyarî li ser naveroka wê di her yek ji rojnameya The Washington Post û govara Foreign Policy de hatine belavkirin.

Li gor ku hatiye belavkirin, niha Serokê CHD David Harland, ku berpirsekî berê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) “Mil bi mil li ser erdê ligel NY kar dike ji bo pêkanîna rêkeftinan di navbera rejîm û mixalefeta Sûriyê de û di navbera Kurdan û mixalefeta Sûriyê de.”

Raporta ku ji aliyê CHD hatiye amadekirin, rawestandina şer û îmzekirina agirbestan li navçeyên cûda yên Sûriyê, wek bigihekê ji bo çareserkirina krîza ku ev 4 salin seranserê wî welatî vegiritiye, dide zanîn.

Di hûrgiliyên raporta CHD de hatiye ku dê ew navend “Ligel NY yan hin aliyên din kar ji bo gihiştin bi rêkeftinan bike, da yekîtiyek veguhez bi navê Desthilata Aştî û Dubare Avakirinê were pêkanîn. Erkê wê desthilatê jî dê pêkanîna rêkeftin û agirbestan li bajar û bajarokên Sûriyê yên cûda be.”

Piştî pêkanîna agirbestan li bajar û bajarokên di bin kontrola rejîm û navçeyên di bin kontrola şervanên mixalefeta Sûriyê de, “Wê Desthilata Aştî û Dubare Avakirinê bibe lêvegereke bê alî ji bo ku desthilatdarên bajar û bajarokên ku agirbest lê hatine îmzekirin têkilî û peywendiyên xwe pê re bikin.”

Navenda CHD diyar dike ku, ne rejîma Sûriyê û ne jî hêzên mixalefetê nikarin di wê krîzê de serbikevin, ev yek jî rê li pêş geşbûna grûpên radîkal mîna Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, û Cebhet el–Nusre xweş dike.

Derbarê çarenivîsa rejîma Sûriyê û Serokê Sûriyê Beşar Esed jî, di raportê de hatiye ku “Da ku Sûriyê nebe Somal a duyem, pêwîstiyeke zêde bi wê yekê heye ku dewlet li ser xwe bimîne, heta ku ev Beşar Esed jî li ser desthilatê bimîne. Ji ber ku hebûna rejîm û dewletekê gelekî baûtire ji nebûna dewletê”, pirsa man û nemana Eased jê yek ji sedemên sereke yên şikestina kongreya Cenêv–2 bû, ku di Çileya îsla de hatibû lidar xistin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê CHD David Harland derbarê raporta ku ji aliyê dezgeha wî ve hatiye belavkirin dibêje: “Deverên ku dê agirbestê îmze bikin, yan ji aliyên mixalefetê û yan jî ji aliyê rejîmê ve werin birêvebirin, piştire dê li wan deveran rêveberiyên navxweyî û siyasî çêbibin, dê welatên rojava jî erkê dûbare avakirina wan deveran bigrin sûtyê xwe. Çarenivîsa Esed jî dê ji aliye sûriyan ve were diyarkirin, bi rêya encamdana çaksazî û guhertinan di destûrê de û encamdana hilbijartinan di bin çavdêriya navdewletî de. Heta wê demê jî dê Esed li ser desthilatê bimîne.”

Li ser çarenivîsa DAIŞ û Cebhet el–Nusre de, Harland dide zanîn ku, pêkanîna rêkeftinê di navbera mixalefet û rejîma Sûriyê de wê bibe fakterekî alîkar ji bo bihêzkirina hewlên rûbirûbûna çekdaran û dê ji nav birina wan jî bileztir bike.

Lê ev raporta “Center For Humanitarian Dialogue CHD” rûbirûyê rêxeyan bû, berî ku were ragihandin. Çavkaniyekê ji Koşka Spî ya Amerîkî ji medyaya wî welatî re bi dûr zanî ku rêkeftin di navbera mixalefet û rejîma Sûriyê de pêk were “Ji ber ku Esed hest nakê gef li ser heye da rê bide mixalefetê da navçeyên Sûriyê bi awayekî xweser birêve birin.”

Hin aliyên din ên rexnegir bal dikşînin ser wê yekê ku, yek ji kesên beşdar di danîna wê raporta CHD de rojnamevan Nir Rosen e, ku bi nêzîkbûna xwe ji rejîma Sûriyê tê naskirin, lewma ew rexnegir dibînin ku ev raport demeke zêdetir dide Esed da desthilata xwe li ser welat vegerîne.

Ji aliyê xwe rojnamevan Nir Rosen bersiva rexnegiran da û got: “Mixalefet ji rejîmê nebaştire, rejîm jî ji mixalefetê nexirabtire. Ev raport jî wek ezmûnekê ye û di roj û heftiyên bê de wê derkeve ku dê ev ezmûn serbikeve yan na.”

Li gor Rosen, hewlên Şandeyê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê Staffan de Mistura ji bo pêkanîna agribestekî li çend navçeyên Sûriyê di çarçoveya wê pilana CHD de tên.

Basnews
Top