Salih muslim: Em li benda biryara Hewlêrê ne
Hevserokê PYDê dibêje bo kongreya netewî li benda biryara Hewlêrê ne.
Hevserokê partiya yekîtiya demokratîk Salih Muslim ragehand ku bo dubare destpê kirina giftûgoyên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de ên bo lidar xistina kongreya netewî li benda biryara Hewlêrê ne.
Muslim di beşeke din ji axaftinên xwe de şekere kir ku vê di rojên pêşiya me de herî zu di nava du rojên din de Kobanê bi yek carî ji terorîstên DIŞIê were paqêjkirin.
Weke tê zanîn beriya du rojan jî nêzî 66 part û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bo giftûgo kirin derbarê çend mijarên netewî de li Hewlêrê civiya bûn.
