• Monday, 16 February 2026
logo

Fransa jî nexşeyek ji Rojhilata Navîn ya nû re danî

Gulan Media November 17, 2014 Nûçe
Fransa jî nexşeyek ji Rojhilata Navîn ya nû re danî
Piştî proseya azadkirina Iraqê, navendên medyayî û lêkolînerên rojava nexşeyên nû ji navçeyê re belav dikin, wek nexşeya Rojhilata Navîn ya Mezin, nexşeya nû ya navçeyê.

Ew nexşe ji aliyê navendên lêkolînên stratejîk ve bi girîng tên dîtin, herwiha nexşeyên nû jî ji Rojhilata Navîn re amade kiribûn.

Fransa jî ku dixwaze di navçeyê de bejewendiyên wê hebin û berjewendiyên xwe biparêze, nêrînek heye li ser paşeroja navçeyê, di vê derbarê de rojnameya Lefigaru nexşeyek ji Rojhilata Navîn re pêşniyar kiriye.

Li gor nexşeya ku di rojnameya navbûrî de hatiye belav kirin, guhertinên mezin û girîng di navçeyê de çê bûne, wek:

Iraq dibe çen beş.

Kurdistan serbixwe dine, lê sînorên wê bo Derya Qezwînê hatine dûrxistin.

Tirkiyê di nava nexşeyê de namînê û navê wê dibe Ermenistan.

Li naversata Iraqê û başûrê wê dewletek hatiye diyarkirin bi navê Babiliye, wat veger bo qnaxa berî hatina Ereban bo Iraqê.

Israîl jî sînrodar dine, heta biyabanên Sînaa.

Basnews
Top