Pêşmerge li Tilsiqofê jî bi tundî bersiva êrişa DAIŞê da
Fermandarê Hêza Sipîlik a Pêşmerge Lîwa Xidir Hisên ji Rûdawê re ragihand: “nêzîkî 20 çekdarên DAIŞê bi çekên ji corê PKC û Doşka êriş kirin ser gundê Batnayî ku 30 km dûrî bajarê Mûsilê ye, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa wan dan.”
Derbarê ziyanên wan şer û pevçûnan jî wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hêzên Pêşmerge ti ziyan nedîtin, lê wan gellek term li şûna xwe hiştin.”
Duh li eniya Zûmarê ya Mûsilê jî çekdarên DAIŞê li gundên Sehlîç, Eyîn Manî û Mufirî yên girêdayî bajarokê Zûmarê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê Pêşmerge bi tundî bersiva wan da û êrişa wan hat têkbirin.
Rudaw
