• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge li Tilsiqofê jî bi tundî bersiva êrişa DAIŞê da

Gulan Media November 17, 2014 Nûçe
Pêşmerge li Tilsiqofê jî bi tundî bersiva êrişa DAIŞê da
Li eniya Tilsiqofê ya girêdayî navçeya Tilkêfê li Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrişkirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan pûç kirin.

Fermandarê Hêza Sipîlik a Pêşmerge Lîwa Xidir Hisên ji Rûdawê re ragihand: “nêzîkî 20 çekdarên DAIŞê bi çekên ji corê PKC û Doşka êriş kirin ser gundê Batnayî ku 30 km dûrî bajarê Mûsilê ye, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa wan dan.”

Derbarê ziyanên wan şer û pevçûnan jî wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hêzên Pêşmerge ti ziyan nedîtin, lê wan gellek term li şûna xwe hiştin.”

Duh li eniya Zûmarê ya Mûsilê jî çekdarên DAIŞê li gundên Sehlîç, Eyîn Manî û Mufirî yên girêdayî bajarokê Zûmarê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê Pêşmerge bi tundî bersiva wan da û êrişa wan hat têkbirin.

Rudaw
Top