Peyama hevxemiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Dr Kemal Fuad
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê
Bi mixabinî ve, nûçeya koça dawî ya Dr Kemal Fuad, kesayetiyê nîştîmanperwer û Serokê berê yê Parlemena Kurdistanê û Endamê Desteya Damezrîner û Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê gihîşt me, ku bi sedema nexweşiyekê li Elmanya koça dawî kir.
Bi vê xemgîniyê ve, serxweşiyê li malbata rêzdar û xuşk û birayên me yên li Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û hemû hevalên Dr Kemal dikim û hevbeşê xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim aramî û sebirê bi hemû aliyek bibexşê û ruh û giyanê xwedê jê razî bi bihûşta berîn û fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.11.2014
