‘Butçe, madeya 140 û referandûmê ji bîra Kurdan nabe’
Derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de Endamê Parlamentoya İraqê Xoşewî Xelîl ji BasNewsê re got: ‘’Em behsa mafên Kurdan dikin, armanca me ne butçe ye ku bi taksîtan ji Herêma Kurdistanê re were şandin, lê divê meaşê fermanberên Kurd bê şandin daku hikûmeta Kurdistanê behsa mijarên girîng ligel Bexdayê bike.’‘
Bi baweriya Xoşewî Xelîl, eger Ebadî wiha difikire ku dê Herêma Kurdistanê bi butçe û meaşê fermanberan mijûl bike û mijarên girîng wek madeya 140 û referandûmê ji bîra xelkê bibe, evna şaşiyeke mezin e.
Xelîl wiha axifî: ‘’Dema hikûmeta Kurdistanê û aliyên siyasî dibêjin rêkeftineke demkî hatiye kirin, tê wê wateyê ku divê ji bo destpêkirina gotûbêjan hikûmeta Bexdayê meaşê fermanberên Kurdistanê bişîne. Eger gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê destpêkirin û hat zanîn ku nêteke baş a Ebadî heye bo çareserkirina pirsgirêkan, wê demê hemû aliyên Kurdistanê li benda wan sê mehan dimînin ku wek dem dane Ebadî.’‘
