• Monday, 16 February 2026
logo

Rojeva Bexda petrola Kurdistanê ye

Gulan Media November 17, 2014 Nûçe
Rojeva Bexda petrola Kurdistanê ye
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî derbarê rêkeftina dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, diçe Parlamentoya Iraqê.

Parlamerterê kurd li Bexdayê Şaxewan Ebdula ji Rûdawê re ragihand: “Îro Parlamentoya Iraqê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî gazî rûniştina xwe dike û daxwaz jê bike derbarê rêkeftina bi Herêma Kurdistanê re li ser mijara petrola Kurdistanê, biaxive.”

Li gorî wî parlamenterê kurd, “Biryar e ew rûniştin îro seat 13:00 piştî nîvro bê pêk anîn.”

Di wê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de wek gava yekem ev biryar hatibûn dayîn:
*Hikûmeta Iraqê dê 500 milyon dolar bide Herêma Kurdistanê.
*Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê rojane 150 hezar bermîl petrol bi rêya Bexdayê re bide firotin.
*Serokwezîr Barzanî di nav çend rojên bê de serdana Bexdayê dike û li ser çawaniya çareserkirina nakokiyan bi rayedarên Bexdayê re rûdinê.

Rudaw
Top