• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî nameyek ji Banka Navdewletî re şand

Gulan Media November 16, 2014 Nûçe
Serokwezîr Barzanî nameyek ji Banka Navdewletî re şand
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke taybat ji Banka Navdewletî re şand, ku tê de daxwaza encamdana 4 projeyên girîng di warên elektrîk, av, rê û piran de dike.

Soran Omer ku helgirê bawernameya Banka Navdewletî ye û niha li paytexta Libnan, Beyrûtê ye ji BasNewsê re got: “Nûnerê şanda taybet a Banka Navdewletî li Iraq û Beyrûtê, Robêr Bû Cûde gotiye ku: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nameyeke taybet ji me re şandiye.”

Derbarê naveroka wê nameyê de, Soran Omer li ser zarê Robêr Bû Cûde ragihand ku “Ew name taybete bi encamdana 4 projeyan li Herêma Kurdistanê di warê av û elektrîk û rê û piran de, di 15ê mehaşşha bê de jî wê 12 şareza û pispor serdana Herêma Kurdistanê bikin da lîkolînê li ser wan babetan bikin, ev jî destpêkeke gelekî girîng û başe bo Herêma Kurdistanê da sûdmend bê ji alîkariyên Banka Navdewletî.”

Berî niha jî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji rojnamevanan re ragihandibû ku, ew pereyên ku Herêma Kurdistanê bi nêhte ji Banka Navdewletî werbigire “Ji bo projeyan e nek ji bo mûçeyên fermanberan e.”

Berî niha jî heftenameya Bas, wek yekemîn dezgeh, aşkere kir ku qasê wan pereyên ku Herêma Kurdistanê ji Banka Navdewletî xwestiye 5 milyar dolar in.

Basnews
Top