• Monday, 16 February 2026
logo

Obama: Dibe ku em hêzên bejayî bişînin Iraqê

Gulan Media November 16, 2014 Nûçe
Obama: Dibe ku em hêzên bejayî bişînin Iraqê
Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand ku, eger Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Artêşa Amerîka Martîn Dempsey daxwaz bike, emê hêzên bejayî bişînin Iraqê.

Serokê Amerîkayê Barack Obama gotarek di kongireya G20 a 2014 li welatê Awustralyayê pêşkêşkir û di wê gotarê de ragihand: Eger me dît çekên pêşketî ketin destê DAIŞê de, dibe ku em hêzên xwe yên bejayî li Iraqê belav bikin.

Obama wiha domand: “Eger Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Artêşa Amerîka Martîn Dempsey daxwaz bike, emê hêzên bejayî bişînin Iraqê.”

Lê Serokê Amerîkayê dîsa da zanîn ku, “Ew leşkerên ku amerîkî yên li Iraqê, tenê karê wan perwerdekirin û şêwir e ji bo hêzên Iraqê da ku karên xwe bi cih bînin.”

Derbarê rewşa Sûriyê jî, Barack Obama car din tekez kir ku, Beşar Esed êdî wek Serokê Sûriyê nemaye û ji ber vê Washington mamele ligel wî nake.

Obama wiha got: “Beşar Esed li beşek mezin ji Sûriyê bê şeriîyet maye, ji bilî wî jî, berpirs e ji kuştine bi dehan hezar kes. Lewma Amerîka di şerê li Dijî DAIŞê de mamele ligel Esed nake.”

Rudaw
Top