Hinardekirina petrola Kurdistanê ranaweste
Di vê derbarê de Endamê Komisyona Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Elî Elî Halo ji BasNewsê re got: ‘’Niha Herêma Kurdistanê razî bûye ku rojane 150 hezar bermîl petrol bide hikûmeta İraqê, lê evna nayê wê wateyê ku hikûmeta Kurdistanê hinardekirina petrola xwe rabiwestîne.’‘
Elî Halo wiha axifî: ‘’Niha Herêma Kurdistanê rojane zêdeyî 300 hezar bermîl petrol bo hinardekirinê berhem tîne, ji vê rêjeyê jî rojane 150 hezar bermîl petrol radestî hikûmeta Bexda tê kirin û tişta dimîne dê Herêma Kurdistanê bişîne derve. Wate ji ber rêkeftina Hewlêr û Bexdayê hinardekirina petrola Kurdistanê nayê rawestandin.’‘
Basnews
